Xweza

Li Qeremezrê û derdora wê çend taybetmendiyên xwezayî hene. Hinek ji wan mixabin winda bûne, lê hinên din jî taybetmendiyên bi qîmet ên gund in û ji dûr ve têne dîtin. Gundî li ev taybetmendiyan xwedî derdikevin, da ku ji bo nifşên pêşerojê bêne parastin.

Dara Zaretê

Dara Zaretê bi çar darên ku pirr nêza hev in pêk tê û ewan, ji dûr ve wekî dareka mezin xûya dibe. Li gorî gotinên mezinan ev tepe û ev daran dîrokî û pîroz in.

Dara Zaretê ku li ser qota Qeremezrê radiweste û ji her çar aliyên gund ve baş tê dîtin, lewma bûye sembola Qeremezrê û ji aliyê gundiyan ve gelek tê hezkirin. Her buharê gundî diçin zaretê û di bin siya darê pîknîkan dikin.

Dara Zaretê taca serê Qeremezriyan e û ji çend kîlometreyan ve tê dîtin.

Wêneyeke dara Zaretê ji sala 2007an

Dara Reşo – winda bû

Dara Reşo heta sala 1996an wekî navbera gund dihat nasîn: Ji xwe Dara Reşo dibû cihê hevdîtina gel. Mezinên gund di bin vê dare dihatin cem hev û bi hevre sohbet dikirin. Gelê Qeremezre di rojên tayet de (cejna Remazanê, cejna Qurbanê, pîrozbahiyên defan, rojên Sokanîyê) di bin siya Dara Reşo kom dibû.

Dara Reşo: Navenda civata gund heta sala 1996an

Mixabin di sala 1996an de ji ber şeveke bi bahoz Dara Reşo qelibî. Li gorî hin gundiyan jî ne bahoz, lê brûskek li dar ketiye û şikandiye. Herwiha, ev dar ji ber qelibandin/şikandina xwe ji xwediyê vê erdê hat qutkirin û Dara Reşo, ku di sosyolojîya gund de rolekî pir mezin dileyst, wekî êzing hat bikaranîn.

Li gorî hinek gundiyan Dara Reşo li hemberî girîngiya xwe bi dehan salan bêxwedî mabû û bi tenê ev yek bûbû serdema tunebûna xwe.

Îro li cihê ku berê Dara Reşo disekinî maleke yekqatî peyde ye.

Zozana Qesîl – winda bû

Ji neslên piştî sala 1999an bêtir, hemû gelê vî gundî Qesîl dîtiye û baş nas dike. Gelek bîranînên wan ên pîroz li Qesîl veşartî ne. Mixabin bi lêkirina bajarê ‘Xelfetiya Nu’ ev warê pîroz, ev bihuşta xwezayî êdî bû bihuşta kelmêşan…

Malbatên Qeremezrî li zozana Qesîl pîknîk dikin (salên 90î)

Qesîl yek ji derên xwezayî yên herêmê ye. Yek ji cihên ku gelê Qeremezre wek cihê pîknîkê û şênayiyê bikardianîbû ye. Îro ev der ji aliyê gel ve hatibe ji bîr kirin jî, Qesîl hîn jî peyda ye û mixabin wek kanalîzasyona qaçax a bajarê nu tê bikaranîn. Navê Qesîl ka ji ku derê tê û ka tê çi manê mixabin naye zanîn, lê peyva ‘qesîl’ navê gihayekê ye û navê latînî yê wê gihayê Typha ye. Lê wer xuya dike ku Qesîl ji berê ve (kî dizane çend sed sal, çend hezar sal berê) wek cihekî mayîne hatiye bikaranîn.

Qesîl navê zinar û zozaneke di nava du qotan e. Qasî 10-15 salan berê di rojên biharê de Qesîl bi keskawî û kulîlkên rengdar xwe dixemiland. Ji ber vê yeke malbatên Qeremezrî her sal diçûbûn ser zozana Qesîlê. Keç û xortên gund di bin siya zinar de çikofte digoşandin, zarok jî li ser zozanê bi hev re lîstokên mîna futbol û çavqurşnekê dilîstin.

Yek ji taybetiyên balkêş ên Qesîle zinarek bu, ya ku li hêla bakûr disekiniya û zozana Qesîle di bin siya xwe de diparast. Di hundirê vî zinarî de gelek qulik û şikeftên cùrbicûr hebûn. Şikefta herî nas a zinarê mîna xuşxuşonekeke kevirî bû: ji jor ve destpê dikir, ji hundira zinêr ve ber bi jêr diçû û digihişte heta zozana Qesîlê. Yanî meriv ji jor ve dixuşiya jêr – bo ku hêsantir bigihêje jêr. Meriv ferq dikir ku ev şikeft u xuşxuşoka di hundirê zinêr de bi destê mirovan hatine şekilkirin… Bêguman, ji neslên piştî sala 1999an bêtir, hemû gelê vî gundî Qesîl dîtiye û baş nas dike. Gelek bîranînên wan ên veşartî li Qesîlê hene. Û wer tê xuyan e ku bi “wendabûyîna” Qesîlê ev bîranîn jî ketine bin erdê.

Ji ber ku di sala 1999an de, bendava Bêrecûgê hat lekirin, bajarê Xelfetî kete bin avê û Xelfetiya Nu li hemberi gundê Qeremezre hat lêkirin. Li nêzî cihê ku bi navê Qesil tê nasîn. Piştî sala 1999an Xelfetiya Nu her ku çû meztir bû. Û Qesil jî edî ketibû nava kembera bajêr. Qesîl bi timî wenda nebû, na. Ji dûr ve hîn jî te xuyan e. Lê, ya xemgîn ev e ku Qesîl, bi zinar û zozana xwe, bi xweza û dîroka xwe…. û bi hemî bîraninên ku li cem xwe vedişêre êdi wek kanalîzasyoneke qeçax tê bikaranîn.

Li cihê ku bîranînên gelek neslan verşartî ne, neha avên qirêj ên malên bajarê nu derbas dibin. Avên qirêj ên kanalîzasyonê, him wareke pîroz yê civatekî xeraw dikin: him jî bi behn û celba xwe ye genî ji xweza, derdor û merivan re tehluqeyeke ciddî peyda dikin.

Bihuşteke xwezayî bûye bihuşteke kelmêşan…

Qesîl ne kanalîzasyon e. Lê ixabin, avên qirêj ji malên bajêr bi xortimekê digihêjin Qesîl – û av bi awayeke qaçax li wir tê talkirin. Divê avên qirêj ên bajêr azad-azad neherikin Qesîlê. Heger gel şiyar be û daxwaza xwe bîne ziman, ev rewş kare bê guhertin.

Blog at WordPress.com.

Design a site like this with WordPress.com
Get started