Danasîn

Malpera yekemîn a Qeremezrê

Cara yekem Qeremezre di sala 2005an de danasînê bi înternetê re kir. Yekemîn malpera Qeremezrê di 20ê sibata 2005an de hat vekirin û çend caran hat nûvekirin. 

Wê demê înternet li gund tunebû, tenê gundiyên derveyî gund xwedî înternetê bûn. Ji bo ku bigihêjin înternetê, ciwanên gund diçûn înternet cafeyên gundên derdorê.

Rojekê, di sala 2005an de, gundiyekî 18 salî yê ku li derveyî welat mezin bûye, dixwaze bi rêya înternetê welat û koka xwe keşf bike. Le ciwan bala xwe dide ku ti agahî derbarê gundê xwe li ser înternetê nînin. Di wê demê de gundê Qeremezre bi guhertinên giran re rûbirû dimîne, ji ber ku li hemberî gund bajarek nû tê avakirin: Xelfetiya Nû. Ji bo ku gund û rûniştvanên wî di înternetê de cihê xwe bigirin, û ji bo ku çand, huner û dîroka vî gundî li ser înternetê bêne komkirin, ciwanê 18 salî dest bi perwerdehiya Webdesignê dike û bi vî rengî malperek amator yê bi navê gund vedike.

Versiyona yekem a malperê

Versiyona yekem a malperê tenê ji foto-albumekê û pirtûkekê mêvanan pêk tê. Tê de ti nivîs nînin. Zimanê malperê di wê demê de bi tirkî ye, ji ber ku zimanê kurdî hîna wê demê qedexe bû.

Ji wê demê û pê de, haya gundiyên li welat û derveyî welêt zêde dibin. Bi alîkariya gelek dilxwazên din, agahiyên girîng û wêneyên xweşik têne berhev kirin da ku li ser malperê werin danîn.

Malper gelek caran hat hackkirin û jêbirin, heya ku di sala 2018an de ji bo demeke dirêj bi tevahî offline bibe. Malper qasî 6 sal offline ma. Lê piştî rûdanên cûrbicûr, di sala 2024an de diyar dibe ku çiqasî girîng e nifşên nû, kok û eslê xwe bi rêya înternetê nas bikin.

Malpera nû ya Qeremezrê êdî mobîl e

Ji ber vê sedemê ev malper di 8ê nîsana 2024an de ji nû ve hate vekirin. Armanca malperê ev e ku bibe arşîv û bibîrxistina nasname û koka me.
Tişta taybetî di derbarê vê malperê de ev e ku versiyona wê ya mobîl heye. Di sala 2005an de malper tenê bi rêya qehwexaneyên Înternetê û kompîturan dihat gihandin, îro serdanker dikarin bi telefonên xwe yên smart ji her derê bi hêsanî xwe bigihînin malperê.

Malpera nû ya gundê Qeremezrê bi xêr be.

Rûpela mobî

Blog at WordPress.com.

Design a site like this with WordPress.com
Get started