Erdnigarî

Li Bezkiyê

Qeremezre, ku îro taxeke Xelfetiyê ye, li Bezkî yê. Bezkî navê deşt e, yê ku ji Hewagê ber bi Bîrecîk û Xelfetiyê ve li aliyê rojava û başûr dirêj dibe. Erdeke bi giştî qelaç û dûz e. Hewag ku bi xwe navenda projeya GAPê ye, li ser deşta Bezkiyê xwe digihijîne Xelfetiyê.

Qeremezre li 30emîn kîlometreya rêbejahiya Bîrecîk û Xelfetiyê ye. Heft kîlometreyan ji Xelfetiya Kevn ya ku di bin ava bendavê de maye, dûr e. Cihê lê ji derûdora xwe bilindtir e. Li hember heybeta çiyayên Semsûr û Mereşê sekinî ye. Hebûna van çiyayan bayekî hênik bi xwe re tîne ser gund. Çiqas dûr bin jî rêzeçiyayên Semsûrê û Çiyayê Nemrûdê di hewayên vekirî de bi çavan dikare bên dîtin.

Hewag ku bi xwe navenda projeya GAPê ye, li ser deşta Bezkiyê xwe digihijîne Xelfetiyê. Qeremezre li 30emîn kîlometreya rêbejahiya Bîrecîk û Xelfetiyê ye. Heft kilometreyan ji Xelfetiya Kevn ya ku di bin ava bendavê de maye, dûr e. Cihê lê ji derûdora xwe bilindtir e. Li hember heybeta çiyayên Semsûr û Mereşê sekinî ye. Hebûna van çiyayan bayekî hênik bi xwe re tîne ser gund. Çiqas dûr bin jî rêzeçiyayên Semsûrê û Çiyayê Nemrûdê di hewayên vekirî de bi çavan dikare bên dîtin.

Aboriya Qeremezrê

Aboriya Qeremezreyê di salên 1960î û 70yî de li ser pez û çandiniyê bû. Li erdê bikêrhatî bêtir rez û zad hebûn. Darên fisteq û zeytûnan hema hema bê tune bûn. Her sal ji ber ku şilî kêm bû bandoreke pir nebaş li ser çandinî û pêz dikir. Digel vê yekê gellek carî havînî Qeremezre dibû embara tirî. Niştecihên gund tiriyê xwe yî zêde dibirin li Edene û Diyarbekirê difirotin. Carinan di havînekê de sed qeymon tiriyê gund dihat firotin.

Bax û bostanên fisdiq û zeytûnên li dora Qeremezre û Xelfetiyê

Mêrgên ku di mehên biharê de hêşin dibûn bi qiçîna germa havînê re bi ser zere de diqulipîn. Ev dîmenên hanê di hundirê çend salan de guherîn û Qeremezre êdî kete rewşeke din. Di wexteke pirr kin de weke daristanekê hêşin bûye. Weke tejaneya Ferêt her der bûye daristana darên zeytûn û fisteqan. Êdî ne qere ye Qeremezre. Bi mirovên xwe yên jîr û jêhatî pêşiya wê her dem wê vekirî be. Bûye cihekî dilbijandinê…

Blog at WordPress.com.

Design a site like this with WordPress.com
Get started