Dîrok

Navê gund ji ku tê? Hîpotezek

Gelek jîwar navê xwe ji şert û mercên xwezaya derûdora xwe û ji rasteqîniya civakî distîne. Bi taybetiyên xwe yên erênî û neyinî ev navê mayînde li ser wan dimîne. Bi wext re ev taybetî bên guhertin jî nav bi mayinde bû na xwe desthilatdariyê li sedsalan dike.

Aqûbeta Qeremezreyê jî ku navê wê yî tirkî Karaotlak e, weke vê gotinê ye. Çi bû ne bû ji vê qere bû nê xelas ne bû. Heta roja îroj bi wê hate bibîranîn. Gotin di cih de be, her dem bi reş bû ne xwe jiyaye.

Derbarê dîroka Qeremezrê

Şecere û dîroka vî gundî bi temamî derneketiye holê. Ji xeynî çîrokan tiştekî berbiçav di dest me de tune ye.

Dimenek ji mînareya gund, aliyê bakur, sal 2008

Kî zane bê di arşîv û pirtûkxaneyan de çiqas agahî hene? Heta niha kesekî ji giregir û ranakbîran xwe di mijarê de nedaye. Hema mirov dikare bibêje bi zanebûn dîrokek wenda dibe.

Ew çend tiştên ku kal û pîrên gund ku ew jî yên pêşiya xwe bihîstine û dibêjin heye. Her çiqas gotinên Mihemedê Qedir, Hecî Wes û Hemê Elê li hev dernekevin jî tê fahmkirin ku hinek ji gund ji hêla Semsûrê hinek jî ji hêla Rihayê hatine.

Ji sala 1900 heta 1950an

  • Kelo u Mehemedî Qêdir yên ku tevli Yekemîn Şera Cîhane bune di salên 1970an de jiyana xwe jidest didin. Kesên ku dîroka Qeremezrê herî baş dizanibun ewan bun. Mixabin zanistên wan ne gihîştine dema me.

  • Jiber êrîşa Rûsan ku di Yekemîn Şera Cîhane de hate çêkirin gelek malbat ji hêla Muşê ve koçberiya herêmên cuda dikin. Ji wan hinek malbat li Qeremezre xwe bi cih dikin. Di wê zemana ku jê re dibejin zemana koçberîye, du keçkên biçuk ku navên wan Gulê û Senem in ji aliyê malbatên Qeremezre ve tên hêvişandin. Bi mezintiya xwe Gulê u Senem ji Qeremezrê dizewicin. Neslên wan îro wek Utkun u Keskin tên nasîn.

  • Di sala 1950an de li Qeremezre jiber pirsgirêkeke biçuk ku dinav du malbatan çêdibe doz derdikeve u vediguhere doza xwîndariyê. Di ve dozê ku dinav mehelleyên Silan u Elesoran diqewime çek jî tên bikaranin u ev yek dibe sebeba mirina sê kesan. Ji mehelleyê Silan Mehemedê Silêman u Ehmedê Evdille, ji yê Elasoran jî Miçê dimire. Di wê dewrê de Mehemedê Sileman muxtarîye dimeşand.
Dimenek ji mînareya Qeremezrê, sal naye zanîn (salên 80î?)

Ji sala 1950an heta sala 2000an

  • Di sala 1960an de hejmara malên li Qeremezrê 80, nufusa xwe ji derdora 400 an e.

Çala ava vexwarinê ya ji sala 1972an
  • Gundê Helbînî ku di hêla rojhelata Qeremezrê disekine di destpêkê sedsala 20an de ji aliyê malbatên ku ji Qeeremezre koç kirine tê avakirin.

  • Koçberên yekemîn ên Qeremezre bi taybetî koçberiya Birecuk, Nizib u Eyntabê dikin. Ji wan hinek hêla Cukurova jî diçin. Mirov kare beje ku heta neha tu kes koç nekiriye hêla Enqere, Izmir u Stenbolê. Ev yek balkêş e.

  • Ava vexwarinê di sala 1972an de digihêje gundê Qeremezre.
  • Heta demekê li gundê Qeremezre zimangiranî dinav gel de pir belavdibe. Îro jî dinav gelê Qeremezrê de zimangiranî tê dîtin. Dibe ku belavbuna zimangiranîye jiber avê anji jiber pirsgirêkeka genetîk çêbûye.

  • Li Qeremezrê heta îro tu revandina keçeke nebûye.

  • Cemê Feratê bi tenê 5 km ji gundê Qeremezre dûr be jî, heta salên 1980an de çanda xwarinê ya masiyan pêşnakeve.

Nûrî Sesîguzel (Nuri Kaştaş) Qeremezrî ye
  • Hunermendê nas ê bi nava Nurî Sesîgüzel (Nûriyê Dengxweş) li gundê Qeremezre jidayik bûye. Ev li Bêrecugê mezin dibe. Paşnavê xwe yê bingehîn Kaştaş e, lê ew paşnavê xwe diguherîne. Car caran hatibe gundê xwe jî, heta neha tu kar û xizmetê wî ji gundê xwe re ne bûye.
  • Dema ku Xelfetî di sala 1999an de di bin avê dimîne Xelfetiya Nuh li hemberî Qeremezrê tê avakirin. Bi referandumeke fermî tê xwestin ku Qeremezre bila bibe taxeke wî. Ev daxwaz çiqas erênî be jî, Qeremezre dengê xwe yê NA bi kar tîne. Mixtarê wê demê şukru Karakuş bu, ev detayeke girîng e.

Serpêhatiya Qeremezrê

Ligel gelek şertên pir giran Qeremezrê serê xwe tu carî netewandiye. Li ber xwe da û xebitî û li cihê qere perçeyeke bihûştê yê hêşin ava kir. Standarta jiyanê û asta civakî ya gel bilind bû. Îro di Qeremezrê de kesekî ku mirov bibêje ev pir xizan e, tune ye. Bûye embara fisteqan ya heremê. Salê bi sedan ton fisteqê xwe difiroşe. Ligel fisteqan van salên dawî zeytûn jî pir tên çandin. Li bîstanan jî zebeş, petêx û fêkiyên curbecur tên çandin. Ne tenê li Qeremezrê gundên li derdorê jî hêdî hêdî erdên vala bi daran dixemilînin û bi vî awayî jî daristaneke xwezayî tê holê. Sewalxwedîkirin hêdî hêdî ji qiymetê xwe dikeve û xelk êdî bi çandiniyê debara xwe dike. Hin kesan jî dest bi danûstendinê kiriye.

Bostanên fisdiq û zeytûnên li dora Qeremezre û Xelfetiyê

Aboriya Qeremezreyê di salên 1960î û 70yî de li ser pez û çandiniyê bû. Li erdê bikêrhatî bêtir rez û zad hebûn. Darên fisteq û zeytûnan hema hema bê tune bûn. Her sal ji ber ku şilî kêm bû bandoreke pir nebaş li ser çandinî û pêz dikir. Digel vê yekê gellek carî havînî Qeremezre dibû embara tirî. Niştecihên gund tiriyê xwe yî zêde dibirin li Edene û Diyarbekirê difirotin. Carinan di havînekê de sed qeymon tiriyê gund dihat firotin.

Çîroka Aydin

Qeremezre xwedîye çîrokekê ye, ev çîrok jî wiha tê gotin:

Aydin hîn 4-5 salî ye, hêdî hêdî fêra axaftin û meşînê dike. Kurê Yasînê Îsoyê Ebilê (Yasin Seker). Sal 1977. Dayka xwe ji gundê Hemqê ye û bûye bûka Qeremezriyan (Hemq li başûrê Qeremezrê ye). Dayk rojek a buharê jibo serlêxistina malbata xwe vedigere Hemqê, lawkê xwe yê biçuk li mal dihêle lê ew bi dizî li ser şopê dayka xwe diçe u di rêya xwe de xwe şaş dike. Dayka wî tê mal lê lawkê wê heta danê êvare venagere malê. Heta şeva tarî hemî gund li wî digere, lê mixabin Aydin êdî naye dîtin…

Çend roj bişunde şivan kincên qetî yên Aydin u tomarên porê wî dibînin. Derdikeve holê ku Aydin bûye xwarinê heywanên wehşî…

Ev rûdan gundiyan ewqas bandor dike ku meseleya Aydin vediguhêre çîrokekê û ev çîrok heta îro ji zarokan re tê gotin da ku tu zarok bi tenê ji gund dernekeve.

Blog at WordPress.com.

Design a site like this with WordPress.com
Get started