Gelhenasî

Gelê Qeremezrê bi zimanê kurmancî ya kurdî diaxive. Îro Qeremezre beşek ji navenda bajarê Xelfetiya Nu/Yenî Halfetî ye. Tê texmînkirin ku dora 10,000 kes li navenda bajarê nû dijîn û ji wan qasî 1,500 rûniştvan Qeremezrî ne. Beşek ji gundiyan li derveyî welat, bi piranî li welatên ewropî an bajarên mezin ên Tirkiyê dijîn.

Perwerde ji bo niştecihan rolek girîng dilîze, ji ber vê yekê her ku diçe zêdetir xwendekar li bajarên cîran diçin zanîngehan û dîplomayên cûrbicûr ên zanîngehê werdigirin.

Blog at WordPress.com.

Design a site like this with WordPress.com
Get started