Xelfetî

Navçeya Xelfetiyê

Navçeya Xelfetiyêyek ji navçeyên Rihayê ye. Navçeya Xelfetiya Rihayê di navaaxa Mezopotamya de xwedî xweserî û mîmariyeke taybet e. Navçe bi dîrok û erdnîgariya xwe wekî bihuşteke biçûk tê binavkirin.

Piştî çêkirina Bendava Bêrecûkê gelek gund û piraniya bermahiyên dîrokî di bin avê de man. Herwiha, ev navçeya wekî “Bihuşta Gula Reş” jî tê nasîn.

Niviyê axa bajarê ku 120 km li Bakurê Rojava dikeve, piştî projeya GAPê di bin bendavê de ma.

Etîmolojî

Rûniştvanên herêmê dibêjin ku bajar û navçe navên xwe ji efsaneyeke stendine. Ew efsaneya xemgîn behsa du ciwanên ku berê evîndara hev bûne dike.

Berî demeke kevn du ciwanên bi navê Xel û Fatê gelek ji hev hez kirine, lê malbata herduyan nehîştine ew du evîndar bigihêjin hev. Xel û Fatê jî ji ber vê yekê xwe çekirine ava Ferêt û bi wî awayî di mirinê de gihîştine hev. Ji wê demê bi şundê bajar wek warê Xel û Fatê tê nasîn û bi derbasbûna demê bûye Xelfetî û Halfeti.

Gelhenasî

Gelê Xefetiyê bi piranî kurd in, lê kêm bin jî gundên eslê xwe ermenî û tirkmen jî hene. Heta 20 salan berî vê li Xelfetiyê sê zimanên herêmî dihatin axaftin. Ji bilî zimanên kurdî û tirkî, li gundê Cîbînê çend kal û pîr hebûn, yên ku bi zimanê ermenî – zimanê wan ê dayikê – xeber didan. Dema ew zarok bûn, li dêra gundê Cîbînê perwerdehiya Încîlê stendine. Îro, meriv kare bibêje ku li Xelfetiyê ji axaftvanên ermenî êdî ti kes nemaye. Tenê neviyên wan, nav û paşnavên wan ên ermenî têne zanîn. Ermeniyên ku eslê wan ermenî ne, ola xwe û zimanê xwe parastine li diyasporayê (li welatên wek Sûriye, Misir, DYA û Ewropayê) dijîn.

Li gorî agahiyên fermî hêjmara gelê Xelfetiyê di sala 2008an de 40.747 bû.

Tûrîzm

Navçeya Xelfetî li gel xwezaya xwe berhem û warên dîrokî jî zêde bala derdorê dikşînin û mirovan dikşînin nava xwe. Bi ev taybetiyên xwe Xelfetî hêdî hêdî deriyê xwe ji Navenda Turîzmê re vedike. Navçeya ku hemû xweşikahiya Çemê Firatê û xwezayê di nava xwe de vedihewîne, ji ber ku heta niha zêde xizmet lê nehatibû kirin zêde bala turîzmê nedikişand ser xwe. Îro navçeya Xelfetî ji ber xwezaya xwe her roj bi hezaran mirovên derdorê û derve têne wir û li navçeyê digerin.

Bi taybetî Dêra Azîz Nerses, Manastira Bar Şavma, Dêra Rûmkale ku wekî cihê Încîl lê hatiye zêdekirin tê nas kirin zêde bala turîstan dikşîne ser xwe.

Blog at WordPress.com.

Design a site like this with WordPress.com
Get started