Dîroka Xelfetiyê

Xelfetî li qiraxa Firatê ye ku bi hezaran salan çandên cuda lê jiyane. Ji ber vê yekê ji Mezopotamyayê re “Dergûşa mirovahiyê” tê gotin . Şopên şaristaniyên berê heta îro şahidiya bedewiya vê herêmê dikin.

Hromkla /Rumkale

Hromkla (bi ermenî: Հռոմկլայ, Hromkla; bi aramî: Kala-Rhomata‎; bi kurdî: Kela Zêrrîn; bi yewnanî: Ρωμαιων Κουλα; bi tirkî: Rumkale; bi erebî: قلعة الروم‎‎), bi navên xwe yên din Qal’at ar-Rum yan jî Ranculat) îro kelheyeka xirbe ye ku nêzika çemê Ferêt radiweste. Girêdaya parêzgeha Dîlokê ye, lê nêztira Xelfêtîyê (Rihayê) ye.

Hromkla, kela zêrîn

Piştî raxistina Xrîstîyantiyê li herêmê, Hromkla girêdayê hikumiyeta Edessa bû. Di sala 1151an de Gregor III. Pahlawuni, serokê katolîk a Dêra Apostolîk a Ermeniyan, navenda xwe ji Tzvok’ê bara vir kiribû. Ji sala 1150an heta 1292an Hromkla navenda patrîyarka Ermenî ya hikûmiyeta Kîlîkyayê, û piştrev jî ya hikûmiyeta Sîsê bû. Wekî din serokê katolîkan a bi navê Nerses IV. Shnorhali li wir jîyana xwe derbas dikir.

Serokê olî ya Sîro-Ortodoksan ku ji dêra xwe ya Barsawmayê dihat, car caran mêvanê Hromkla dibû. Pirtûkxaneya wî dêrî lewma li Hromklayê dihat bicihkirin. Gelek nivîsên olî yên Mîkael ê Mezin (m. 1199, serokê olî yê Asûrîyan) li wir peyda dibûn. Herwiha, Ignatius David di sala 1252an de li Hromklayê hate temartin.

Di sedsala 13yan Illûminatorê herî mezin a vê demê li Hroklayê dixebitî.

Di roja 28ê Hromkla hezîrana sala 1292an de ev kel ji aliyê Memlûkên misilman ve hate zevtkirin û wekî cihekî leşkerî dihat bikaranîn. Di dema Împaratoriya Osmanî jî Hromkla zindanek bû. Di sala 1832an de ji aliyê Îbrahim Paşa kel hinek hat şikandin.

Bi avakirina Bendava Bêrecûgê meydana kelhê mixabin di bin avê de ma.

Mîmariya bajarê kevin

Hêjayî gotinê ye ku Xelfetiya kevin heta sedsala 20’min navenda şêx û axayên mezin ên navçê bû. Lewra gelek malbatên bajarê jêrîn jiyaneke sosyete derbas dikirin. Axayên bajêr xwediyê gelek erd û milkan bûn û prestîja wan jî di nava civata navçê de gelek bilind bû. Ew prestîj hê jî xwe parastiye û îro xwe di avahiyên dîrokî ya bajêr de xwe destnîşan dike. Ji ber vê sedemê ye ku malên Xelfetiya kevin fireh in û xwediyê gelek taybetiyên mîmarî ne. Her malik xwediyê xemilandinên taybet e û mînakeke bêhempa ya hunera mîmarî ye. Lê hemû avahî ji heman kevirê ve hatine lekirin, ku navê wê kevirê ‘havara’ ye. Herwiha, malên Xelfetiya kevin bi hemû xweşkahî û zelalbûna xwe taca serê Xelfetiyê ne. Mixabin gelek ji wan – bi bermahiyên din ên dîrokî – bi bilindbûna ava bendavê wenda bûne.

Xelfetiya kevin esereke mîmariya ermenî ye. Ew malên axayan giş ji kevira Xelfetiyê hatine avakirin, ku gel navê ‘Havara’ lê kiriye. Bajarê Xelfetiya kevin bi malên xwe yên kevirî, bi kuçeyên xwe yên nehênî û ava Ferêt a zelal dîmenek bêhempa dide bajêr. Taybetiyeke din a Xelfetiya kevin ev e ku hemû mal berê xwe didin çemê Ferêt, ango bi gotinên din: ava şîn a Ferêt xwe ji her malê re dide nîşan. Evya dîsa mînakek ji bo hostayiya mîmariya ermenî ya wê demê ye.

Mizgefta Xelfetiyê

Mizgefta kevin a bajêr îro li ber ava Ferêt disekine û hindurê wê qasî 40–50 cm di bin avê de ye. Tê zanîn ku mizgeft di sala 1804’an de ji aliyê mîmarê ermenî ‘Adir Usta’ ve hatiye lêkirin û lêkirina mizgeftê di sala 1807’an de jî bi dawî bûye. Ev mizgeft, yek ji mînakên bêhempa yên mîmariya ermenî û osmaniyan e. Tê gotin ku Adir Usta mizgeftê li ser navê biratiya ol û gelan lêkiriye.

Mizgefta Xelfetiyê, sal 2018

Wek mizgefta Xelfetiyê, gelek eserên din ên mîmariya ermenî hene ku yek ji wan hemama dîrokî ya bajêr e. Ev hemam – û gelek avahiyên din ên hêja – ji sala 1999an û pêde di bin avê de ne.

Dêra Nixrût

Li hinek gundên navcê – wek Wanê, Cîbîn, Belasor, Ehnes û Nixrût – bermayiyên dêran hene. Yek ji ew dêrên herî balkês dêra Nuxrût e.

Nixrût yan jî Nuxrût/Nuhrut (bi tirkî: Gürkuyu) 20 km li rojhilata bajarê Xelfêtî disekine û gundekî kevnar e. Lo gorî lêkolîneran ev gund berî jidayikbûna Îsa hatiye avakirin û di gelek nivîsên rêwiyên nas de navê gund derbas dibe.

Dêra Nixrût

Dêrên gundên Xelfêtiyê bi tunebûnê re rûbirû bimînin jî, nêzî her car dîwarên dêra Nixrûtê hîn li ser pê ne, lê bana dêrê bi timî mixabin hilweşî ye. Mirov kare bêje ku heger xwedîlêderketin tunebe, wê ew der jî wenda bibe.

Li gorî lêkolîneran dêra Nixrûtê dêreke bîzantînî ye û di sedsala 500an de hatiye avakirin. Dirêjbûna dêr digihêje 17 metran, firehiya wê jî 10 metran e. Li ber dîwara rojavayê de odeyekî bicûk heye, plana odeyê jî gilover e.

Gundên ermenî

Li Xelfetiyê hinek gundên ku berê ermenî tê de jiyabûn hene. Tê gotin ku gundên Cîbîn, Ereh û Wanê berê yên ermenî bûn. Herwiha, îro di ewan gundan de tenê misilman bijîn jî, li hinek deran dêr û sembolên xaçê têne dîtin.

Deriyê dîrokî yê dêra Cîbînê

Li gundê Cîbîn dêra berê îro weke camî tê bikaranîn. Di Belasorê jî şkeftek ku berê weke dêr hatiye bikaranîn heye û li dîwarên şkeftê nivîsên ermenî û sembolên xaçê (sembola xrîstiyanan) peyda ne.

Şkeftên Bûk û Zava

Gelek şkeftên taybet ên Xelfêtiyê hene, yek ji wan jî şkefta Bûk û Zava ye. Bûk û Zava şkefteke pirqatî û bilind e. Kî dizane, cend hezar salan berî vê li hindurê zinarekî de hatiye avakirin û li ber behra Feratê, li hemberî gundê Wanê (li Xelfêtî) disekine.

Nêzî neh qatên şkefta Bûk û Zava hene û bilindbûna xwe diguhêje 40 metran. Meriv kare ji hundur ve hilbikeve heta qata herî jorîn.

Şkefta Bûk û Zava

Ji hêla mimarî de Bûk û Zava xwediyê taybetiyeke ecêb e: hemî neh qat ji aliyê korîdorên teng bi hev re girêdayî ne. Korîdorên di nav qatan bi gelemperî tîkane hatine cêkirin û meriv ji bo ku biguhêje qatên bilind wan korîdorên tîkane hildikeve. Li dîwarên ew korîdoran derên kûr ên bicûk hene, da ku meriv xwe pê bigire û biguhêje qata bilindtir.

Dû têketinên Bûk û Zava hene: ya mezin du qatî ye û heman li ber kenara behra Ferêt disekine. Ya dûwemîn ji ya din bilindtir radiweste: Ev têketin ewqas taybet e ku li erdê, di kevirê kilsînî de merdêwanek hatiye cêkirin û ev merdêwan li ber têketina dûwemîn diqede. Dirêjbûna merdêwana kevirî qasî 15-20 metran e û ji nêzî 30 gihanekan pek tê.

Derveya Bûk û Zava xwariyeke bi rengê qehweyî tê dîtin. Ev derên ku qehweyî xuya dikin dibe ku ji aliyê însanan ve hatine bandor kirin. Bi rêya oksîdasyonê ev deran rengên xwe wergerandine qehweyî.

Blog at WordPress.com.

Design a site like this with WordPress.com
Get started