Xwezaya Xelfetiyê

Di navçeya Xelfetiyê de gelek derên taybet hene, wekî şkeftên bilind, çavkaniyên xwezayî û eserên dîrokî. Mixabin ev j’iwarên bi qîmet ji ber bêtehemultiyê xira û hêdî hêdî wenda dibin.

Ferat

Ferat, yek ji behrên herî mezin ên Rojhilata Navîn, ji rojavayê Xelfetiyê derbas dibe û bi xuyabûna xwe him jî boy xweza, him jî ji bo gel xwediyê girîngbûneke mezin e. Ev çend hezar sal in Xelfêtî bi ava wî dixemilî.

Ey Ferat Ferat…

Heta sala 2000an Xelfetî xwediyê dîmeneke şîn û taybet bû: Baxçên Xelfetiyê yên ku li kenara behrê radiwestin ji boy îqlîma xwe ya taybet di vê herêmê de gelek nas bûn, ji ber ku darên sêv, leymûn û pirteqalan tenê li vê derê bi awayeke xwezayî mezin dibûn. Di sala 1999an de dewlet ji ber projeya xwe ya GAPê bendavan çêkir û yek ji wan Bendava Bêrecûkê bû. Bi avakirina vê bendavê ava Ferêt bilindtir bû û hemî baxçên derdora wî ketine bin avê. Ne tenê baxçê, bajarê Xelfetî bi nivî û gelek gundên li derdora behrê bi timî hatin hedimandin.

Gula Reş

Yek ji sembolên Xeletiyê bêguman Gula Reş e. Ji ber mîkro-iqlima ya ku li Xelfetiyê peyda ye, di vê herêmê de gulên reş ên ku bala meriv dikşînin mezin dibin.

Dîmeneke gulên reş ên Xelfetiyê

Lêkolîner dibêjin ku gulên reş endemîk in û lewra bi tenê li Xelfetiyê wuha derdikevin holê. Pêwîst e ku rengê gulan vekirî be, lê ji ber ku ew gul endemîk in bi bandora mîkro-iqlima Xelfetiyê rengê xwe diguherînin û bi vî awayî reş xuya dikin. Ev gul bi taybetî di mehên buhar û payizê de mezin dibin.

Lê dema ku meriv ev gulan qut dike û li derekî din diçîne gul taybetiya xwe wenda dike û rengê taybet ê vî gulî xwe diguhêrîne. Bi çandina biziran jî rengê gulan reş nabe. Ji ber vê yekê gelê Xelfetiyê gulên reş di baxçên xwe de diçînin da ku turîst ew gulên balkêş bibînin.

Sinbula Mezopotamyayê

Sinbula Mezopotamyayê an jî simbula Mezopotamyayê (bi latînî: Scilla mesopotamica Speta) piştî Gula Reş yek ji kulîlkên herî navdar ên Xelfetiyê ye.

Ev kulîlka ku ji famîleya simbulan (Hyacinthaceae) e tenê li Xelfetiyê mezin dibe û cara ewil berî 116 salan hatibû keşfkirin, lê piştî bin av ketina Xelfetiyê ev kulîlk wek cûreyeke tinebûyî dihat zanîn. Di sala 2004an de bi xebatên Fakulteya Wêjeya Fenê ya Herranê dîsa hat keşfkirin.

Kulîlk di sala 1888an de ji aliyê lêkolînerê giyayê yê elman Paul Sinterisli Xelfetiyê hatiyê dîtin û navê xwe ji warê xwe Mezopotamya stendiye. Herwiha, di sala 1977an de ji aliyê lêkolînereke xerîb yê bi navê Speta ji cîhanê re hatiye naskirin.

Wek Gula Reş, simbula Mezopotamyayê jî kulîlkeke endemîk e û lewra di ekosîstemên biçûk ên mîna li Xelfetî derketiye holê.

Newala Xelfetiyê

Newala Xelfetiyê (bi navê xwe yê tirkî Değirmen Deresi) newaleke xwezayî ye ku li Xelfetiyê ye. Ji vê newalê ve ava çavkaniyê diherike ava Ferêt.

Taybetiyeke vê newalê ev e ku têketana xwe ji ber nêzikbûna behra Ferêt gelek bi keskawî ye. çemek ji newalê ve dadikeve jêr, dibe yek û diherike behrê.

Dîmenek ji Newala Xelfetiyê

Newal ji kevira qeracê pêk tê. Ji ber ku hindik av ji dîwaran jî diherike jêr, li ser rûyê dîwaran xêzên reş û spî tên dîtin. Av dema kû digihêje erdê dibe yek û berdewama rêya xwe dike, heta ku bigihêje ava Ferêt. Tê gotin ku berê mirov bi alîkariya aşê enerjiya avê bikaranîn e û lewma nava newalê bûye “Degirmen Deresi”.

Herwiha, di Newala Xelfetiyê de dîwarek wekî pêleke kevirî heye û bilindbûna vî pêlî digihêje 10 metreyan. Dirêjbûna wî jî nêzika 80 metreyan e. Tê gotin ku ew dîwar ji ber erozyonê bi mîlyar salan gihîştîye vî şekilî. Ev dîwar ewqas taybet e ku mirov dibêje qey pêleke kevirî ye.

Newala Xelfetî ji aliyê mirovên bajêr ve wekî cihê pîknîkê (bindarokî) tê bikaranîn.

Kaniya Eyno

Di navçeya Xelfetî de kêm kanî hene, lê ew ji ber zelalbûna xwe ji aliyê gelê Xelfetî ve têne naskirin û hezkirin. Ji ew kaniyan navê hinekan wisa ne: Tat-Eyn: girêdayî gundê Tat-Eynê ye, û Kaniya Eyno: girêdayî gundê Eyno ye.

Kaniya Eyno ji ava ku ji zinarên bilind ve derdikeve û diherike jêr pêk tê. Ava ku rêya xwe digere ji ber qewareke xwezayî xwe kom dike û dibe wek goleke biçûk. Kûrahiya vê golê digijêhe 1.5m metran, lewra dema havîn dibe gelek malbat bi zarokên xwe têne wê derê û pîknîk dikin. Der û dora kaniya Eyno gelek kesk e û li wê derê hinek dar jî peyda ne.

Dema ku meriv ava kaniya Eyno dişopîne meriv digihêje ber ava Ferêt. Ji ber avakirina Bendava Bêrecûkê cihên herî taybet û xwesik ên kaniya Eyno mixabin ketin bin avê. Lê di sala 2006an de rêyek ku ji gundê Eyno ve digihêje kaniyê hat çêkirin û lewra girîngbûna kaniya Eyno ji bo turîzma herêmê bilindtir bû.

Blog at WordPress.com.

Design a site like this with WordPress.com
Get started