30 keçên ermenî yên gundê Cibînê

Ji ber baweriya ku Îsa Rihayê pîroz kiriye, Riha ji bo xiristiyanan bûye bajarekî pîroz. Lewma heta 100 sal berê li Rihayê nifûseke zêde ya xiristiyan hebû. Heta sedsala 20an piraniya nifûsa xiristiyan ji ermenî û suryaniyan pêk dihat. Ermenî, suryanî, cihû, ereb, kurd û tirkmen bi salan e li bajêr bi hev re dijiyan. Tevî ku piraniya xelkê Rihayê asûrî bûn jî, ji ber ku li Rihayê di civînên suryaniyan de dabeşbûna yekem dest pê kir, piraniya niştecihên Rihayê yên ne misilman ermenî bûn. Loma jî di serjimartinên osmaniyan de bêtir agahî li ser ermeniyan hene. Heta sala 1915an 41 hezar û 740 ermenî dijiyan, 32 hezar û 600 ji wan li navenda bajarê Rihayê dijiyan, û yên din li şazdeh gund û bajarên derdorê rûdiniştin.

Civata ermeniyan a li Rihayê

Civata ermeniyan li Rihayê yanzdeh dêr, gelek manastir û nêzîkî bîst saziyên wan ên perwerdehiyê hebûn. Dema ku di sala 1915an de biryara dersînorkirinê hat dayîn, piraniya malbatên ermenî bi rêya Weqfa Alîkariya Rojhilata Nêzîk a Amerîkayê çûn Helebê an jî Ewropayê.

Yên ku nekarîn biçin jî hebûn, ew bûn misilman an jî zarokên xwe spartin malbatên ku jê bawer dikirin. Bi vî havî gelek malbatên ermenî yên li gundê Cibînê yê navçeya Xelfetiyê, keçên xwe ji malbatên misilman ên ku têkiliyên wan ên baş bi wan re hebûn û baweriya wan bi wan hebû, hiştin, ji ber ku nedixwestin wan bigihînin rêyên çolê yên tijî xetereyên ku nedizanîn.

30 keçên ermenî yên ku li gundê Cibînê hatine sipartin

Nêzîkî 30 keçên ermenî bi vî awayî li Cibinê man. Ew ji aliyê malbatên misilman ve hatin mezin kirin û bi kurên malbatên misilman re zewicîn. Bi vî havî piraniya dayikên Cibînî bûne ermenî. Hin ji neviyên dapîr û dayikên ermenî hê jî li Cibînê dijîn, û beşek ji wan li Almanya, Hollanda û Belçîkayê bi cih bûn. Herêma ku herî zêde lê dijîn bajarê Seraing ê Belçîkayê ye.

Serdana hestiyar a Armen Aroyan a bo Cibinê

Armen Aroyan ku bi eslê xwe ji ermeniyên Cibînê ye, di serdaneke xwe de bi Satenîk Kirkoryan a li gund re hevdîtin kir, û Ayfer Tuzcu Ünsal wê rojê wiha vedibêje:

“Rawestgeha me ya din li Cibînê Satenik Kirkoryan bû, ku navê wê li ser nasnameya wê “Xanim” hatibû nivîsandin. Wê demê Satenîk jineke pir şêrîn bû, 88 salî, bi porê hinekirî, pir xeberdar û xwedî bîreke xweş bû. Kesên li dora wê ji Satenîk re gotin: “Kurê Arogil hat û xwest te bibîne.”

Dema dest bi axaftinê kir, wê Armen li kêleka xwe da rûniştandin. Bi destê wî girt û got: “Kele, kalikê te mamosteyê min bû. Wî gelek tişt fêrî min kir,” wê got. Û wê dest bi xwendina beşek ji Încîlê kir, ku bi hevoka “Xudan şivanê min e” dest pê dike. Di vê navberê de Armen hêsir dibariya û bêyî ku xwe kontrol bike digiriya. Demekê axaftina xwe domandin, paşê Nûrî Güngören anîn odê.

Nûrî Bey bi ermenî axivî û stranên kevn got

Nûrî Bey rûniştvanê din yê Cibinê bû ku diya wî ermenî bû. Çavên wî ji zayînê kor bûn. Bi alîkariya mamê xwe yê ermenî li Beyrût û Helebê diçe dibistana koran. Gava Armen hat gund, Nûrî zimanê ermenî yê ku hîn bûbû lê qet nedipeyivî hat bîra wî. Wî dest bi axaftina bi ermenî kir, stranên kevn digot… Tê bîra min Armen ji xwe re hejand û ji Nuri Göngören pirsî, “Yek din bêje, hinekî din biaxive.”

Li Cibînê gelek keçên ermenî mane, wek Satenîk Kirkoryan, … Piranîya navên wan, heger ne yên hemî, têne zanîn. Osanna Acemyan (keça Hugas), Yehsa (jina Çedo), Hore (keça Bîcan Hakob), Satenîk Kurtlian (jina pîrik Misê), Santuk (dayika terzî Dervîş), Vartel (keça Küçükgil, Fîdan), Meryem (Bavê wê Mado, dayika wê Nano), Zomcî Abo (Zomcî Hidir, dayîka Mehmet û Ebûzer), Fîdan (keça Satenîk), Zagik (dayika Îsak Seydî), Varvet (keça Danko), Meryem (keça Mîlla Ebe), Nûrûs (keça Mesrof). ), Sulpê (keça Kor Şahan), Hatûn (keça Toro)…

Piraniya jinên Ermenî yên din jî navên Tirkî li wan hatine dayîn, weke Satenik Kirkoryan.

Wergera nivîsa Gaia Dergi, 13ê berfanbarê 2016an

Cavkanî: https://gaiadergi.com/urfanin-cibin-koyune-emanet-edilen-30-ermeni-kiz-cocugu/

Leave a comment

Blog at WordPress.com.

Design a site like this with WordPress.com
Get started